Li bejahiya Hesekê mayin û bombeyek teqiyan

Li kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mayin û bombeyek teqiyan, ziyanên madî çêbûn.

Li gundê Cenat bombeyek bi erebeyeke barhilgir ve li ser rêya giştî ya di navbera Dêrazor û bajarokê Mergeda yê Şedadê de teqiya.

Her wiha mayinek nêzî gundê Raşidiyê li ser pira di navbera rêya giştî, bajarê Hesekê û bajarokê Şedadê de teqiya.

Mayin bi erebeyeke sivîl ve teqiya û di encama her du teqînan de ziyanên madî çêbûn.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din