Li bejahiya Til Temir 3 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Qibûr Fercanê yê li ser rêya di navbera Til Temir û Zirganê de kir armanc, di encamê de 3 leşkerên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û 4 din birîndar bûn.

Artêşa Tirk beriya niha jî gundên Dildara û Um El-Kêf topbaran kiribû û di ecamê de 8 leşkerên rejîma Sûriyê birîndar bûn.

(eh)

ANHA


Mijarên Din