​​​​​​​Li bejahiya Til Temrê 14 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Artêş Tirk a dagirker vê êvarê êrîşî bejahiya Til Temirê kir. Meclisa Leşkerî ya Suryan jî bersiva êrîşan da. Di encamê de 14 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin, ku vê êvarê Meclisa Leşkerî ya Suryan bersiva êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji gundên Erîşa, Qasimiyê, Reyhaniyê û Erbîn êrişî gundên bejahiya Til Temrê kirin, da. Di encamê de 14 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û erebeya doşka ya çeteyan hate ruxandin.

Piştî wê çete reviyan. Şervanan jî  çek û çebilxaneyên çeteyan destserkirin.

Piştî şervanan bersiv dan, artêşa Tirk û çeteyên xwe gundê Um El-Kêf bi top û moşekan topbaran kirin û hêj topbaran berdewam dike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din