Li bejahiyên bakur û rojavayê Helebê şer gur dibe, 13 sivîl mirin

Di topbaranên dualî yên hêzên rejîmê û komên çete de li bejahiyên bakur û rojavayê Helebê bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest da.

Hêzên rejîmê asta topbaranên xwe li dijî berîkên komên çete wekî bersiva topbarana li dijî bajarokên Nibul û Zehra yên li bejahiya Helebê, zêde kiriye.

Çavkaniyên herêmî teqez kirin ku komên çete derdorên bajarokên Nibul û Zehrayê topbaran kirin. Ji ber vê yekê hêzên rejîmê bi çekên giran û mûşekên erd-ered bersiva komên çete yên li ser sînorên bajarokên Lêremon, Kefir Hemra, Enedan, Hirêtan, Zehra, Komeleya Rojnamevanan, Mensora, Xan El-Esel û foca 46, da. Topbaran heta berbanaga îro berdewam kir û di encamê de 13 sivîl mirin.

Li Idlibê, balafirên şer ên rejîma Sûriyê nuqteyên belavbûna  komên çete û depoyên wan li derdora Hêş, kargeha kerpîçan a nêzî bajarê Erîha û derdora bajarokê Meret Herme yê bajahiya başurê Idlibê, bombebaran kirin.

Li aliyekî din jî çavkaniyekî ragihand ku teqîna ku li nêzî parka şehîde Almaz Xelîl a li taxa Sewra ya Idlibê pêk hatiye, ji encamê mayînekê de bû û sivîl ji ber teqîna mayînê birîndar bû.

li Hemayê gelek sivîl û di nav de jî zarok di encama êrîşên komên çete li ser bajarokê Kernaz ê bakur rojavayê Hemayê, birîndar bûn.

Her wiha çavkaniyên nêzî rejîma Sûriyê bi bîr xist ku topbaranên ku li ser bajarê Kefernebûda û derdorên wê pêkhatiye ku hêzên rejîmê ew bajar duh girt, bû sedema kuştina 2 fermandarên navdar ên ji artêşa El-Ize ya girêdayî Heyat Tehrîr El-Şam(Cebhet El-Nusra berê) û nav wiha ne; Mihemed Abdullkerîm Xarof bi nasnav(Qehqah) û Mueyêd Casir.

Li rexê jî çavkaniyan teqez kirin ku karwanek ji artêşa Tirk ji nuqteyên kontrolê yên ji taxa Raşîdîn a rojavayê Helebê û bajarê Xan Şêxon ê bejahiya Idlibê, ber bi Dergeha Bab El-Hewa ve vekişîn.

Li zimanê şêniyan, çavkaniyan ragihandin ku şêniyên bajarokê Xan Şêxon ê bejahiya Idlibê ji komên çete xwestin ku derkevin. Her wiha rûspiyên bajarok nîqaş bi rejîma Sûriyê re dikin bajarokê bêyî şer radest bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din