Li bendava Tişrînê civîna çapemeniyê ya hevbeş

Fermendarê Polîsên Leşkerî ya Rûsyayê destnîşan kir ku hêzên rûsî li herêmê ne ji bo ku gel biparêzin û rê nedin DAIŞ`ê vegere.

Meclisa Leşkerî ya Kobanê û fermendarekî Polîsên Leşkerî ya Rûsyayê civîneke çapemeniyê li bendava Tişrînê ya başûrê kantona Kobanê li dar xist.

Di destpêkê de bi navê Polîsên Leşkerî ya Rûsyayê general Parîs destnîşan kir ku dewleta Rûsya rolek di avakirina bendavê di 1999`an de lîstiye.

Her wiha balkişand ser ku armanca ji bendavê ew e ku kehrebeyê bide bajarê Reqa û Helebê û ya zêde bide Iraq û Lubnanê.

Fermendarê leşkerî yê rûsî destnîşan kir ku DAIŞ`ê heya demekê bendav dagir kir ji ber wê di wê demê de bendav rawestî.

Fermendarê leşkerî spasiya gelê herêmê kir ku ji ber ku bendav rizgar kirin û ew niha dane xebitandin.

Parîs destnîşan kir ku Rûsya li gelek herêmên Sûriyê şerê DAIŞ`ê kir û hîna dike.

Parîs îşaretpê kir ku niha gelek hêzên Rûsya li herêmê ji bo parastina wê ji xeteriya vegera DAIŞ`ê hene.

Di dawiyê de Parîs teqez kir ku ew amade ne alîkariya gelên Kobanê û Qamişlo bikin. Her wiha banga hevgirtina gelê herêmê kir.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen got civîna wan bi armanca parastina herêmê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar ket û wiha domand:" Armanca me parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevhiya Sûriyê ye. Bi taybet piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî herêmê kirin. Di encamê de sivîl, zarok û jin şehîd bûn. Her wiha şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn."

Şêx Hesen destnîşan kir ku armanca wan parastina gelên herêmê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye yên ku Erdogan ji Idlib û herêmê din anîne û ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk dê bi hev re kar bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din