Li ber avahiya NY'yê çalakiya "Kanî dadmendiya we?'' dest pê kir

HPC`ê bi koordîneya Kongra Star bi armanca girtina qada hewayî ya herêmê bi dirûşma “Kanî dadmendiya we?” li pêşiya avahiya Komseriya NY`yê çalakiyeke konvedanê li dar xist.

Çalakî bi beşdarbûna endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Kongra Star destpê kir. Di çalakiyê de endama rêveber a HPC-Jin a herêma Cizîrê Hediye Ebdullah daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji 11 salan ve li dijî şoreşa me ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker berdewam in. Ji bo em dengê xwe bigihînin cîhanê ku qada hewayî ya herêmê li ber dagirekriya Tirk a ku bi çekên NATO êrişî me dike, bigirin, me ev çalakî li dar xist.”

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku gelê herêmê berxwedan û têkoşîn ji xwe re kir bingeh û dê hemû pêkhateyên herêmê li gorî rêgeza neteweya demokratîk destkeftiyên welêt biparêzin.

Di daxuyaniyê de bang li NY û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku hesabê ji dewleta Tirk bixwazin ji ber sûcên ku pêk anîne.

Di daxuyaniyê de ev yek hat destnîşankirin: “Em li vir in ji bo ku dengê xwe ragihînin cîhanê ku em gelekî aştîxwaz in. Me êrişî tu kesî nekiriye. Em hêvî dikin ku ev êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek ên bi hiceta ku em terorîst in rawestin ku zarokên me dikin hedef. Lê heke em terorîst bin, gelo kî li vir şerê terorê kir, herêm ji wan parastin û cîhan ji hovatiya wan rizgar kir. Heta niha jî ew di nav kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne. De bila cîhan wijdanê xwe bilivîne.”

Piştî wê, endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got: “Em çalakiya we û daxwaza we ya parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhlatê Sûriyê û avakirina projeya neteweya demokratîk ku li cîhanê bûye mînak pîroz dikim. Bi yekitî û vîna xwe em ê vê şoreşê xurttir bikin.”

Rîhan Loqo daxuyand ku li hember êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û mafên zarokan bêdeng in.

Rîhan Loqo wiha domand: “Bi hevgirtina xwe em ê li hember êrişên dagirkeriyê bisekinin û emê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin ji ber em xwediyê vê projeyê ye û heta kêliya dawî dê slogana me berxwedan jiyan be.”

Piştre şandeyeke ji 5 kesan bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyek radestî rayedarên li avahiya NY`yê kir.

Name wiha ye:

“Bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li we dikin ku hûn ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk derkevin. Dewleta Tirk rojane zarok, jinan û kesên temenmezin dike hedef, şêniyan ditirsîne û bi awayekî hovane sûk, taxan û gundên ewle topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên navneteweyî binpê dike ji ber wê em dixwazin hûn erkê xwe yê exlaqî û mirovî pêk bînin. Bi rêya qanûnên parastina sivîlan, rêzgirtina ji dewletên cîran re, li hember van zêdegaviyan bisekinin û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin ji ber sûcên ku li dijî gelên herêmê pêk anîne.

Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafê xwe di lidarxistina xwepêşandanê de pêk bînin. Ev çalakiya me dê berdewam bikin heta ku daxwazên me bên bersivandin, topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê radiwestin. Her wiha em bang li hemû gelan dikin ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin ku sponseriya terorê dike û erkên xwe li hember gelên herêmê bînin cih, ku şerê terora DAIŞ`ê kir.”

Tê payîn çalakiya konvedanê heta 30`yê Tebaxê berdewam bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din