Li ber nexweşxaneya Til Temirê welatiyekî ku artêşa Erdgoan 3 kes ji malbata wî kuştin

Mêrekî 50 salî ku ji şêniyên Serêkaniyê ye, li pêşiya nexweşxaneya Til Temir rûnişt û dest bi girî kir, ji ber ku kurê wî û du endamên malbata wî di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser bajarê Serêkaniyê de şehîd bûne.

Li pêşiya nexweşxaneya Til Temir ku hejmareke ji şehîd û birîndarên ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirekr û bombebarana balafiran de şehîd û birîndar bûne gihîştinê, mêrekî 50 salî li pêşiya nexweşxaneyê rûniştî ye û bi şewat digirî, ji ber kurê wî û du endamên malbata wî di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Serêkaniyê de şehîd bûne.

Artêşa Tirk a dagireker û çeteyên wê ji beriya 5 rojan ve bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li ser sînor topbaran dike, hewl dide li dijî şêniyan qirkirina komî pêk bîne û wan ji malên wan derxe da ku guhertina demografîk pêk bîne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din