​​​​​​​Li Bexdayê 10 xwepêşander birîndar bûn

Li gelek deverên Iraqê xwepêşandanên didomin. Hate ragihandin ku di xwepêşandana li Bexdayê de 10 kes birîndar bûn.

Li bajarên  mezin ên Iraqê weke: Besra, Kerbela, Wast û Babîlê xwepêşandan dest pê kiriye. Xwepêşanderan daxwaz kirin ku serokwezîrê nû yê Iraqê Mustefa El-Kazimî daxwazên xelkê pêk bînin. Di heman demê de daxwaz ji welatiyên Iraqê jî kir ku li hemû bajarên Iraqê dest bi xwepêşandanan bikin.

Li gorî medyayê Iraqê ku piştî ku xwepêşander li Qada Tehrîr a Bexdayê kom bûn ber bi Pira Komarê bi rê ketin û hewil dan bikevin herêma Kesk.

Hêzên ewlehiyê bi bombebeyên gazê û deng êrişî xwepêşanderan kir. Ji encamê de 10 xwepêşander birîndar bûn.


Mijarên Din