Li Bexdayê 2 çalakvan bi bombeyên gazê hatin kuştin

Li Bexdayê di xwepêşandanen de 2 çalakvan bi bombeyên gazê hatin kuştin. Her wiha di çalakiyên dawîn de 38 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Iraqê Bexdayê bi bombeyên gazê êrîşî xwepêşanderan hate kirin. Bombeyên gazê li serê du çalakgeran ketin û her du çalakgeran jiyana xwe ji dest da.

Li gorî qeydên nexweşxane û hêzên ewlehiyê 38 kes jî birîndar bûne. Li gorî nexweşxaneyê hinek kes bi guleyên rastîn birîndar bûne.

Li Iraqê piştî sala 2003’yan ku rejîma Seddam Huseyîn hilweşiyabû, çalakiyên protestoyê yên girîng tên kirin. Ji 1’ê Cotmehê û heta niha li hemberî kesên ku li ser pişta gel dewlemend bûne, çalakî tên lidarxistin û di van çalakî û xwepêşandanan de herî kêm 300 kes hatin kuştin.


Mijarên Din