Li Bexdayê di êrişeke çekdarî de pisporekî ewlehiyê hate kuştin

Hate ragihandin ku di êrişkeke çekdarî de  li rojhilatê Bexdayê pisporê kar û barên ewlehiyê Hîşam El-Haşimî hate kuştin.

Çavkaniyekî hêzên ewlekariya Iraqê ji Al-Sumeria News'ê re got: "Komeke çekdar bi du motorsiklêtan gula li pisporê kar û barên ewlehiyê Hîşam El-Haşimî reşandin. Êriş li pêşiya mala wî ya li herêma Zeyûnayê pêk hat. Di encamê de di serî û ûrê xwe de birîndar bû."

Her wiha got, El-Haşimî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.


Mijarên Din