Li Bexdayê du teqîn, kuştî û birîndar hene

Li Bexdayê paytexta Iraqê du teqîn pêk hatin. Li gorî agahiyan 21 kes mirine û 44 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ku îro li qada Teyeran a Bexdayê du teqîn pêk hatin.

Dezgehên çapemeniyê ku agahiyên xwe dispêre serbazekî li herêmê ragihandin ku kesekî xwekuj xwe li qada Teyeran a herêma El-Bab a rojhilatê Bexdayê xwe teqand.

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku li heman cihî û piştî teqîna destpkêkê bi çend kêliyan teqîna duyemîn jî pêk hat.

Li gorî agahiyan ku hatine zanîn di encama herdu teqînan de 21 kes hatin kuştin û 44 kes jî birîndar bûn.

Li gorî dezgehên çapemenî yên herêmî ku piştî her du teqînan hikumeta Iraqê herêma El-Xedra girt.

(bx)


Mijarên Din