Li Bexdayê êrîş: Bi kêmanî 5 kes mirin

Di encama êrîşa xwekujî ya li nêzî mizgefteke Şîa ya dikeve başûrê rojavayê paytexta Iraq Bexdayê de, bi kêmanî 5 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku du xwekuj li taxa El -Tûrat li nêzî Mizgefta Ebû El-Fadil El -Babbas xwe teqandine.

Çavkaniyên nexweşxaneya El -Yarmûk jî ragihand ku 5 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûne. Heta niha kesê êrîş li xwe negirtiye.


Mijarên Din