Li Bexdayê teqîn

Li rojhilatê Bexdayê ku paytexta Iraqyê teqînek rû da, tê gotin ku 8 kes mirin û 10 jî birîndar bûn.

Fermandariya Çalakiyan a Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihandin ku di êrîşeke xwekujî ku li herêma Cemîla ya girêdayî bajarê Sedir ê rojhilatê Bexdayê pêk hatibû de hejmarek kes mirin û hin din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî diyar kir kirin ku kesekî mayîn li xwe pêçandibûn li nêzî sûka bajarê Sedir ê rojhilatê Bexdayê xwe teqandin. Di encamê de 8 kes mirin û herî kêm 10 birîndar bûn.


Mijarên Din

Li Raî teqîn