Li Bexdayê teqîna xwekujî, kuştî û birîndar hene

Di mezgefta rojhilat payetexta Iraqê Bedayê de roja înê, êrîşeke xwekujî pêk hat û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyê ewlehî ragihand ku roja înê, gelek kuştî û birîndar bi sedema êrîşa xwekujiyê ya di hundirê mizgefta Hisêniyê ya li herêma şaredariya ya rojhilatê Bexdayê de pêk hatiye, hene.

Heman çavkanî ji Someriye News re diyar kir ku teqîn di nîvrojê li mezgefta Husêniyê El-Îmam El-Muntezer de ya li herêma şaredariyan a paytexta Bexdayê, pêk hat.

Her wiha çavkanî got encama teqînê gelek kuştî û birîndar hene. Li rexê jî hêzên ewlehiyê cihê teqînê dorpêç kir.

Di heman demê de jî ajansa Reutersê li zimanê hin çavkaniyên ji polîsê da zanîn ku teqîn bû sedema kuştina 7 kes û birîndariya zêdetirî 20 kesan.

Hê jî tu aliyekî berpirsiyariya êrîşê hilnegirtiye ser xwe.

(fr)


Mijarên Din