Li Beyrûtê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn

Li paytexta Lubnan Beyrûtê ji bo salvegera 5‘an a qirkirina 3‘yê Tebaxa 2014‘an a Şengalê ku çeteyên DAIŞ‘ê pêk anî bû, merasîmek hate lidarxistin.

Ji bo bîranîna şehîdên qirkirina 3‘yê Tebaxa 2014‘an ku çeteyên DAIŞ‘ê li ser gelê Êzidî yê Şengalê pêk anî bû, Weqfa Newroz a Çandî û Civakî ya Lubnanê merasîmek bîranînê li avahiya xwe ya Beyrûtê li dar xist. Bi dehan jin û berdevka Weqfa Desteka Jinên Êzidî Ferîda Şengalê di bîranînê de amade bûn.

Berdevka Weqfa Newroz a Çandî û Civakî Xezal Sado axivî û got, wekî duh civaka Êzidî li Şengalê bi sûcekê herî mezin di dîroka mirovahiyê de şiyar bû.

Ferîde Şengalî jî anî ziman ku ev komkujî ne tenê ji aliyekî ve pêk hatiye, lê belê di encamê lihevkirinê di navbera DAIŞ, Hêzên Pêşmergeyên PDK li Iraqê de ku aqûbeta bi hezaran Êzidî ji çeteyan re hiştin, pêk hat, ne dizanîn ku hêzeke heye YPG û YPJ‘ê di parastinê Şengalê bike.

Piştî axaftinan, der barê qirkirinê de belgefilmek hate pêşandan.

Merasîm bi dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din