Li Beyrûtê teqîneke bi hêz rû da-HATE NÛKIRIN

Hate ragihandin ku di teqîna bi hêz a li herêma peravên Beyrûtê rû dabû de, gelek kes birîndar bûn û ziyanên mezin çêbûn.

Li gorî medyayên Lubnanê "Teqîneke bi hêz li deriyê têketina Beyet El-Weset a Beyrûtê rû da, cihê ku serokê berê yê hikumeta Lubnanê Seed El-Herîrî lê dimîne. Dengê teqînê li tevahî paytextê hate bihîstin." Hate ragihanin ku gelek kes birîndar bûne camên avahiyan şikestin

Li gorî raporan, bûyer ji ber teqîna lîstokên agir di herêma Perava Beyrûtê de rû da. Hin dezgehên ragihaninê ragihandin teqîn ji ber madeya "TNT" ya teqemeniya bi hêz pêk hat.

Kenal OTV ya Lubnanê ser zimanê çavkaniyekî nêzî Hizbullah got: "Agahiyên ku dibêjin Îsraîlê li çetkên Hizbullah ên Beyrûtê daye ne rast in."

5 rojên dawî ji ber Koronavîrusê, perava hatibû girtin, îro hate vekirin.

Hêzên Ewlekariyê û artêşa Lubnanê ketine tevgerê, kesên li derdora cihê teqînê dûr xistin.


Mijarên Din