Li Bilbilê çeteyan 5 sivîl revandin

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê duh 5 sivîl ji navçeya Bilbilê ya Efrînê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çavkaniyên herêmî ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê revandina sivîlên Efrînê, didomînin û li beramberî berdana wan pereyên zêde ji malbatên wan dixwazin.

Çavkanî got 5 sivîl ji gundê Qestel Xidriya yê girêdayî navçeya Bilbilê hatin revandin û ber bi cihekî ne diyar ve hatin birin.

Çavkanî navên sivîlên hatine revandin ji me re diyar kir,"Abdullrehman Remedan (60), Semîr Bekir (30), Izet Hiso (65), Basil Hiso (25) û Welîd Mihemed Reşîd (25).

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din