Li Bûkemalê ya Dêrazorê dengê teqînan hate bihîstin

Li çolistana Bûkemalê ya Dêrazorê teqînên dijwar li cihê hêzên Îranê û komên alîgirên wê pêk hatin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro li çolistana Bûkemalê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê ya di bin kontrola hêzên Îran û komên alîgirên wê de, teqînên mezin çêbûn.

Di dema teqînan de balafirên bêmirov li ser herêmê digeriyan. Heta niha sedemên teqînê nehatine zanîn.

Balafirên şer ên Amarîkayê roja înê êrişî nuqteyên komên alîgirên Îranê li Sûriyê kiribû. Li gorî SOHR’ê di êrişa Amerîkayê de 3 kamyonên cebilxaneyê yên Hizbullaha Iraqê hatin rûxandin. Her wiha 22 kes ji komên çete hatin kuştin.

(dx)


Mijarên Din