Li Çelê 13 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di çalakiya gerîlayên HPG/YJA-Starê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê ya li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker de erebeyek hate rûxandin, 13 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 2’yê Îlonê saet 11:15’an hêzên me li dijî dagirkerên ku li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Bi serkeftî li çeper û baregehên dijmin hate xistin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Heman rojê hêzên me li dijî konvoya artêşa TC a dagirker ku ber bi Girê Xeregol ê Çelê ve diçû, çalakiyek li dar xist. Leşker û wesayîtên di konvoyê de bi serkeftî li wan hate xistin, di çalakiyê de wesayîta zirxî ya tîpa Kobra hate rûxandin û bi giştî 13 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê saet 16:00’an artêşa TC’ê ya dagirker bê ser û ber bi topên hewan û obusan herêm bombebaran kir û bi gelek wesayîtên zirxî yên leşkerî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.”


Mijarên Din