Li Çelê 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Di çalakiya gerîlayên HPG/YJA-Starê ya li Çelê ya li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker de 4 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîla ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê û operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li navçeya Elkê ya Şirnexê daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê ragihand ku di çalakiya wan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê ya li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker de 4 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

 “Roja 30’ê Tebaxê saet 03:30’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Serzer ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Bi serkeftî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Yekîneya me ya çalakî li dar xist, bi silametî gihîşte baregeha xwe.

Roja 27’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêmên Girgavê û Tirba Eshed yên herêma Masîrô ya navçeya Şirnex Elkê operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de artêşa TC’ê ya dagirker zext li ser gelê herêmê kir û heman rojê saetên şevê bêyî ku encamek bigire, paşve vekişiya.”


Mijarên Din