Li Cenînê leşkerekî Îsraîlê hate kuştin

Li bajarê Cenînê yê Difeya Rojava ye, leşkerekî Îsraîlê bi kevir hate kuştin.

Medyaya ser bi Îsraîlê ve ragihand, vê sibehê  dema artêşa Îsraîlê derbasî herêma El-Xela ya li navenda bajarokê Yebedê yê başûrê bajarê Cenînê dibû, leşkerek di encama kemîna filistîniyan de bi kevirekî hate kuştin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên wan operasyonên girtina ser malên ku kevir jê hatine avêtin, dane destpêkirin.

Her wiha destnîşan kir ku  leşkerê yekîneya taybet yê bi Emît kurê Yegal  (21) ê bi kevir hate kuştin, leşkerê duyemîn e îsal e ku di şerê li hemberî filistiyan de tê kuştin.

Di dema ketina artêşa
Îsraîlê ya bajarê Yebedê û girtina çar kesan de pevçûn di navbera wan û Filestîniyan de rû da.

(rm)


Mijarên Din