Li Cezayîrê di Îna heştan de amadekariyên xwepêşandanek nû tên kirin

Ev heşt hefte ne ku Cezayîr xwepêşandanên tevgerî li dar dixe. Niha jî amadekariyê xwepêşandanekê dikin. Hêzên ewlekariyê bergiriyên pêwîst, da ku rê li pêşiya  xwepêşandêrên ku ji welatên din, ji bo beşdarî meşê bibin tên bigirin, girtine.

Îro şêniyên Cezayîrê ji bo hemû sembolên rejîma serokê bê Abdulezîz Butefilîqa ji qada siyasî-niştimanî rabikin, li hemû welatan amadekariyên xwepêşandanek girseyî dikin. Di serî de serokê demkî Abdullqadir Salih beriya çend rojan tevî nepejirandina şêniyan, nûnertiya/ erkdariya Salih hat erêkirin.

Di vê çarçoveyê de "Sky News Arabiyê"destnîşan kir ku serweriya Cezayîrê hemû rê û dergehên paytextê girtin, da ku rê li pêşiya xwepêşandanên "Îna heştan" bigirin.  Xwepêşandêr banga redkirina vegera sembolên rêjîma Botofilîqa dikin.

Her wiha raporên herêmî gotin ku serweriya ewlekariyê wekî her hefte bergiriyên tund standine, da ku rê li pêşiya xwepêşandanên ku ji dewletên din tên paytexta Cezayîrê bigirin. Ji ber vê jî metirsî ji bikar anîna hêzên ewlekariyê ji bertekên tund re heye.

Di malperên medya civakî yên Cezayîrê de gelek caran banga xwepêşandanên nû, bi armanca rakirina sembolên rêjîmê di qada siyasî de hatine bangkirin.

Têkildarî mijarê parêzer û yek ji kesên tevgera Cezayîrê  Mistefa Boşaşî di daxuyaniyekê de wiha ragihand "Kesên Cezayîrî rêveberiya kesê wekî Abdullqadir bin Salih ku ji sembolên napejirînin û divê  amadekariyên hilbijartinên nû werin kirin".

Parêzer Mistefa wiha axivî: “Ev kes çi çareyê nabînin. Nabin bersiv û me ji 22`ê  Sibatê de banga isîfakirina sembol û Rejîmê kirine".

Hêjayî gotinê ku roja Pênşemê xwepêşandanên bi şevê li Cezayîrê hatin lidarxistin û dijberan banga istîfakirina sembolên Rejîmê kirin.  

(eh)


Mijarên Din