Li cihê komkujiyê çerxerêyeke hate vekirin

Li cihê komkujiya li Til Rifetê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî zarokan pêk anîbûn, çerxerêyek hate vekirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2‘ê kanûna 2019‘an li navçeya Til Rifetê komkujiyek pêk anîn. Di encamê de 8 jê zarok bi giştî 10 sivîl şehîd bûn.

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi hevkariya şaredarî  û meclisa navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê li cihê komkujiyê çerxerêyek bi navê "Şehîdên Komkujiya Til Rifetê" vekirin. Di navîna çerxerêyê de peykerê firîşteyekê ku di destê de keveoka aştiyê heye hat bicihkirin û navên şehîdên komkujiyê li ser hatiye neqişandin.

Peyker beriya du mehan ji aliyê peykersaz Zekî Osman ve hate çêkirin.

Merasîmê vekirina çerxerêyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Sadiq Berekat axivî û anî ziman ku armanca wan ji vê çerxerêyê dilsoziya bi şehîdên komkujiyê re ye û ji bo ku cîhan sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bîr nekin.

Ebdulrehman Hiso yê du zarokên wî di komkujiyê de şehîd bûne spasiya kesên ku çerxerê vekirine kir û got: "Dagirkeran texmîn kirin ku heger zarokên me bikin hedef wê me bişkînin û berxwedana me têk bibin, lê armancên wan naghêjin serî, em ê asta têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin ta Efrînê rizgar bikin û tola zarokên xwe hilînin."

Di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û vêxistina agir perde li ser peyker hate rakirin.

ANHA


Mijarên Din