Li Çilaxa agir 5 hêktar ji hilberîna genim da ber xwe

Tîma agirvemirandinê ya girêdayî Şaredariya Gel a Çilaxa dikarîbû agirê zeviyê çandiniyê vemirînin, lê agirê ku bi zeviyê çandiniyê ket 5 hêktar ji hilberîna genim da ber xwe.

Îro agir bi zeviyê ku dikeve navbera gundê Xercî Cehwa û Nebî Sadî yên girêdyî Çilaxa ket.

Tîma agirvemirandinê yekser berê xwe dan zeviyê ku hatiye şewitandin û bi alîkariya şêniyan dikarîbû rê li pêşiya belavkirina agir bigirin.

Di vê der barê de Şaredariya Gel a Çilaxa diyar kir ku agir 5 hêktar ji hilberîna genim daye ber xwe.

Têkildarî  mijarê aliyên peywendîdar ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku rê li pêşiya şewata hilberînan bigirin gelek bergirî standin, ji wan jî belavkirina tîmên agirvemirandinê li navçe û bejahiyan e.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din