Li Çilaxa jî şaredariyê dest bi sererastkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a navçeya Çilaxa li gorî plansaziya xwe ya werza havînê, dest bi pêkanîna qonaxa yekemîn ji projeya ziftkirina rêyan kir.

Di zivistanê de ji ber barana zêde, rê û  kolanên navçeya Çilaxa, xerabûn.

Li ser vî esasî Buroya Fenî ya bi ser Şaredariya Gel ve, da ku rêyên sererast bikin, plansaziyek ji werza havînê re danîn pêşiya xwe û ji desteya şaredariyan re pêşkêş kirin. 

Di vê derbarê de komîteyên feniyê yên girêdayî şaredariyê ji hefteya borî de dest bi pêkanîna sererastkirina rê û kolanên  taxên bajêr ên ku rastî xerabiyê hatine kirin.

Hate zanîn ku qonaxa yekemîn ji projeyê ji sererastkirina rêyan rakirina bermahiyên berê yên ziftê û li şûna wê danîna kevirên biçûk û madeya M.C.O.

Komîteyên feniyê xebata sererastkirinê li taxa El-Mesref bi dirêjahiya hezar û 180 m û bi berfirehiya 9 m, herwiha li taxa Selaheldîn a nû jî bi dirêjahiya 270 m û berfirehiya 7 m berdewam dike. Tê payîn ku proje xebata sererastkirina hemû taxên bajêr bide ber xwe, ku lêçûna projeyê li gorî şaredariya gel diyar kiriye, 25 milyon L.S ye.

Di heman çarçoveyê de, komîteyên Şaredariya Gel a girêdayî navçeya Çilaxa û gundewarên wê, di xebata sererastkirina  kanalîzsyon û reşandina dermanê kelmêşan de, berdewam e.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din