Li Çilaxa şêniyan sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwestin

Bi sedan ji şêniyên navçeyên herêma Dêrikê sersaxî ji malbatên her 5 şehîdan re xwestin.Tê zanîn ku her pênç şehîd endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn û YPJ`ê ne û di demên cuda de şehîd bûne.

Bi sedan ji şêniyên herêma Dêrikê, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Tilkoçer ber bi konê sersaxiyê yê ku li navçeya Çilaxa hatiye vedan ve çûn. Şêniyan sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwestin. Navên şehîdan wiha ne:

 Salih Mihemd, Mazin El-Ebdullah û Eymen El-Ziyab endamên Hêzên Ewlehiya Hindrîn in û dema ku agir bi zadên navçeya Tilkoçerê ket, destek dan şêniyan ku agir vemirînin, di encamê de şehîd bûn. Şehîd Hêvîdar Pîrozî di encama nexweşiyê de şehîd bûbû û şehîd Aryana Botan in.

Di vê çarçoveyê de merasîma sersaxiya ji malbatên her pênç şehîdan re, bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê ji fermandarên Hêzên Ewlehiya Hindirîn Cudî Mihemed axivî û wiha got:"Hêzên me DAIŞ di milê leşkerî de têk birin û niha jî em dibînin DAIŞ bi rêya kiryarên teqandin û şewitandina zeviyên çandiniyê gelek êrîşan pêk tîne. Divê em di dawîkirina fikirê çeteyan de jî yekdest bin."

Cudî di dawiya axaftina xwe de soz da hemû şêniyên herêmê ku têkoşîna xwe bidomînin û destkeftiyên herêmê, gel û herêmê biparêzin.

Paşê ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Alî Oryan axivî û got ku şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekane şoreş e, ku hemû pêkhate di yek xendekî de cihê xwe digirin û wiha pê de çû: "Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan, ji ber derveyî berxwedan û têkoşîna li welêt, ti rê ji me re tune ne, em şopdarên rêya şehîdan in."

Merasîm bi sloganên "Şehîd namirin" bidawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din