Li Cinêvê der barê Rêveberiya Xweser de civînek tê lidarxistin

Îro li Cinêvê civînek berfireh der barê tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û darizandina çeteyên DAIŞ`ê de tê lidarxistin. Nûnerên ji dewletên Ewropayê, akademîsyen û şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev lê dibin.

Îro li bajarê Cinêv ê Swîsreyê bi armanca nîqaşkirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêwazên parastina vê tecrubeyê û pêşxistina wê, civîneke berfireh tê lidarxistin. Civîn dê du rojan dewam bike.

Nûnerên dewletên Ewropayê, saziyên civaka sivîl û akademîsyen dê tev li civînê bibin.

Her wiha hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, berdevkê QSD`ê Kîno Gabriyêl, cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûri yê Fener Hisên El-Kiyêt, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û endama Komîteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Suryanî Nezîra Gewriye û serokê Navenda Sûrî ya Lêkolîn û Diyalogan Dr. Nasir Hec Mensûr dê tev li civînê bibin.

Di civînê de dê rewşa heyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tecrubeya Rêveberiya Xweser her wiha çawaniya parastina rêveberiyê û pêşeroja wê li herêmê  werin nîqaşkirin.

Her wiha dê şêwazên çareserkirina aloziya Sûriyê jî were nîqaşkirin.

Ji mijarên girîng ku di civînê de werin nîqaşkirin, dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên di zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û darizandina wan e.

(bx)

ANHA


Mijarên Din