Li Cisir Şixûr teqîneke mezin pêk hat

Li bajarê Cisir Şixûr ê bejahiya bakurê parêzgeha Idlibê teqîneke mezin pêk hat. Di encama wê de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 27 jî birîndar bûn.

Çavkaniyan ji herêmê diyar kir ku li bajarê Cisir Şixûr li bejahiya başûrê rojavayê Idlibê teqînek pêk hat. Di encama wê de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 27 jî birîndar bûn.

Heta niha nehatiye diyarkirin ku teqîn ji aliyê kê ve pêk hatiye. Her wiha der barê alava ku teqîn pê hat kirin de hinek agahî hatin belavkirin. Hinek çavkanî dibêjin ku teqîn ji ber erebeyeke bombebarkirî pêk hat û hinek jî dibêjin ku ji ber moşekên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatin avêtin, pêk hatiye.

Çavkaniyek ji Idlbiê ji ajansa me re navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, diyar kirin; Macid Hec Elî, Usama Abdulal, Ebîr Tirk, Eymen Hebûb, Nesîr Tirkistan, Ebû Yasir Kenco, Mustefa Qercûm, Mûtasim Qedaf û Mihmed Kenda Ereb. Her wiha nasnameyên 2 kesan nehatin naskirin.

Navên kesên birîndar jî wiha ne: Suhêr Şihadê, Riyan Sîcrî, Mihemed Hecar, Îbrahîm Necar, Mustefa Mihemed Xetîb, Şam Hîlal, Abdulletîf Dalî, Malik Zehra, Fatma Şebanî, zaroka bi navê Emîna, Emanî Muhacirîn, Maya Edûlî, Mustefa Edûlî, Mihemed Diblo, Esad Xelîl, Mûeyed Nanû, Mihemed Edûlî, Rind Edûlî, Ehmed Şerî, Mihemed Xidîr, Samî Hebûb, Ziyad Ceqcûq, Yara Salih, Mazin Necarî, Menal Necarî, Mihemed Elî Hemade û Abdullsetar Şêx Umer.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam piştî çeteyên Ehrar El-Şam ji bajarê Cisir Şixûr derxistin, ew der xistin bin serweriya xwe. Ji aliyekî din ve jî li herêmên Idlibê tevliheviyek heye. Ji ber ku gelek komên çete hene û hêzên rejîma Sûriyê û Rûsya car caran topbaran dikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din