Li Cizîrê buhayên fêkî û sebzeyan hatin diyarkirin

Piştî gelek giliyên şêniyan der barê bilindkirina buhayên madeyên xwarinê de li ser xwediyên dikanan û bazirganan hatin, rêveberiya giştî ya zimhêrê buhayên fêkî û sebzeyan diyar kirin û piştrast kir ku kesên biryarê pêk neynin dê werin cezakirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gorî biryarnameya hevserokatiya Rêveberiya Xweser qedexekirina çûn û hatinê di roja sêyemîn de didome. Her wiha dê nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navdewletî, Heyva Sor û Xaça Sor, dermanxane, komîteyên dezenfektekirinê, xebatkarên paqijiyê, firin, dikanên firotina madeyên xwarinê, erebeyên veguhastina madeyên xwarinê, şîrê zarokan û stêrên sotemeniyê vekirî bimînin.

Ji bo bazirgan vê yekê derfet nebînin û buhayên madeyan bilind, bi taybet sebzeyan bilind nekin, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê bi hevkariya rêveberiya giştî ya zimhêrê bi awayekî birêxistinkirî ji 24`ê Adarê dest bi gerên di nava sûkan de kirin. Ev yek dê heta bidawîkirina qedekirina çûn û hatinê dewam bike.

Di gerên duh di sûkan de hat diyarkirin ku buhayê sebzeyan bilind e. Ji ber wê jî rêveberiya giştî ya zimhêrê îro lîsteya hemû sebzeyan li herêma Cizîrê eşkere kir û diyar kir ku hemû kesên li gorî wê nemeşin, dê werin cezakirin.

Rêveberiya giştî ya zimhêrê bang li şêniyan kir ku giliyên kesên ku li gorî lîsteya buhayan tev negerin, agahdar bikin da ku tedbîrên pêwîst der barê wan de bigirin. Rêveberiya giştî ya zimhêrê muxalefe li 160 dikanên firotina madeyên xwarinê xist û bi dehan dikan girtin ku li gorî lîsteya buhaya madeyên tev nagerin.

Rêveberiya giştî ya zimhêrê destnîşan kir ku heger guhertin di lîsteya buhayê madeyan de çêbe, dê ragihîne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din