Li Cizîrê qanûna pergala xebata bijîşkan hat pêşniyarkirin

Komîteya Qanûnê ya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê bi koordînekirina li gel Desteya Tenduristiyê û Komîteya Mafnasiyê ya Demokratîk reşnivîsa "Qanûna pergala xebata bijîşkan di saziyên bijîşkî yên Desteya Tenduristiyê û Hawîrdorê de li herêma Cizîrê de" pêşniyar kir.

Îro li Navenda Meclisa Qanûnsaz a navçeya Amûdê bi beşdariya hevserokên Meclisa Qanûnsaz Husên El-Ezam û Arya Mela Ehmed, endamên Komîteya Qanûnê ya Meclisa Qanûnsaz, Desteya Tenduristiyê û Komîteya Mafnasiyê ya Demokratîk ya Herêma Cizîrê civînek hate organîzekirin.

Di civînê de Komîteya Qanûnê ya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê reşnivîsa ‘Qanûna pergala xebata bijîşkan di saziyên bijîşkî yên Desteya Tenduristî û Hawîrdorê de li herêma Cizîrê’ pêşkêş kir.

Reşnivîsa qanûnê ji 9 madeyan pêk tê. Rewşa tenduristî, pêşkêşkirina tevahî alavên lezgîn ên destpêkê bi awayekî bêpere li ser şêniyan, bên belavkirin. Nexweşxane ji sedî 100 dê bar hilgire. Her wiha jî bergiriyên ku alav û berdêlên madî dixwazin li ser nexweşxaneyê nirxên wê pir bilind in. Ji lew re deste rêjeyekê li ser nexweşan diyar dike da ku hinekî bar ji ser nexweşxaneyê rake.

Di madeyên reşnivîsê da hat ku qanûna pergala xebata bijîşkan di saziyên bijîşkî yên Desteya Tenduristî û Hawîrdorê li herêma Cizîrê de dê ji sedî 50 kêm bike. Desteya Tenduristiyê bê pere biryar dike. Ev jî li gorî pêşniyara komîteyê ya bêpere ye ku rêjeya efûkirinê ji nirxa pereyên li ser nexweş diyar dike.

Dê reşnivîs di rûniştina Meclisa Qanûnsaz a bê de were pêşkêşkirin da ku nîqaş û hin guhartinên guncaw der barê wê de çêbin û piştre dê biryar bê dayîn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din