Li çola Sûriyê êrişên Rûsyayê li dijî DAIŞ’ê 

Di demekê de ku şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de berdewam dike, balafirên şer ên Rûsyayê topbarana li dijî komên çeteyên DAIŞ`ê yên li çola Sûriyê dijwartir kir.

Îro balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çola Sûriyê yên li sêgoşeya Hema, Heleb û Reqayê topbaran kirin û li çolê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumeta Şamê de şer rû dide.

Beriya niha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kiribû ku li çola Sûriyê balafirên Rûsyayê rojane digerin û herêmên ku çeteyên DAIŞ`ê lê hene, dikin armanc û çeteyên DAIŞ`ê jî nuqteyên hêzên hikumetê yên li deverên cuda yên çolê dikin armanc.

DAIŞ`ê çola Şola ya rojavayê Dêrazorê heta bi çola Bokemal û rojhilatê wê, rêya Dêrazorê, Meyadîn, rêya Himêmîm, rêya Tedmir a li rojhilatê gundewarên Himisê, herêma Resafa ya gundewarên Reqayê, rojhilatê gundewarên Hemayê û çola Siwêda kirin armanc.

Di hefteyekê de derdora 48 hêzên hikumeta Şamê ji wan efser û endamên fermandar hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn, dema hemleyên paqijkirinê yên li çola Sûriyê zêdetirî 50 leşker winda bûn û di encama topbarana Rûsyayê de 22 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê di mehên derbasbûyî de her çi qasî balafirên Rûsyayê rojane derbeyên asmanî pêk dianîn jî, lê li herêmên çola Sûriyê gelek kemîn vedan.

Piştî efserekî rûsî li Dêrazorê hate kuştin Rûsyayê li çola Sûriyê hemleya ‘Sehra El-Beyda’ ragihand.

(eh)


Mijarên Din