Li cotkarên gundewarên rojavayê Dêrazorê mazot hate belavkirin

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê beşa yekemîn ji madeya mazotê li cotkarên 4 gundan bi hejmara 246 hezar lîtreyan belav kir.

Komîteya Çandiniyê dest bi belavkirina beşa yekemîn a madeya mazotê li cotkarên gundên Cinîne (43 hezar û 600), Hîsan (141 hezar), Mihêmîde (30 hezar û 815) û Hermoşiye (30 hezar û 815) kir.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya gundewarên Dêrazorê Mihemed Ezîz di vê warî de wiha got: "Em mazotê bi bihayekî guncaw ji beşa taybet û komeleyan re pêşkêş dikin û dê belavkirina mazotê heta bidawîkirina pêşkêşkirinê li tevahî cotkaran pêk bê, bidome.”

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din