Li Daqûqê ji ber êrîşê 6 kes hatin kuştin

Li gund ê Îmam Zeyin Elabadîn ê navçeya Daqûq a ser bi Kerkûkê êrîşek pêk hat. Di êrîşê de 6 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gund ê Îmam Zeyin Elabadîn a navçeya Daqûq a ser bi Kerkûkê şevê din êrîşek pêk hat. Fermandarê Heşdî Şebî yê li Daqûnê Şaxewan Cehferî ji Rojnews'ê re got;"Çeteyên DAIŞ'ê 4 guleyên hewanê avêtin gund. Piştre êrîş kirin li ser saheneya fotbolê û hejmarek lîskvan kuştin û birîndar kirin."

Ji aliyê din ve Cîgirê Berpirsê Malbenda 2 ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê Idrîs Hacî Adil ku li Daqûqê nîştecihe ji Rojnews'ê re got;"Heta niha nizanin êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk  hatiye yan jî bi balafiran êrîş pêk hatiye. Heta niha zelal nebûye êrîş ji aliyê kê ve pêk hatiye."

Rojnewsê ku agahiyên ji Nexweşxaneya Daqûqê e girtin di êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne.

Kesên jiyana xwe ji dest dane; Mihemed Cehfer, Yaşar Fazil, Cûma Fazil, Mihemed Hesen, Ehmed Hesen û Seîd Abdullah.

Navê birîndaran;  Îmad Ekber Hisên, Elemdar Şikur Kerîm, Yehya Mihemed Hemid û Hisên Semîr Esker.

 

 


Mijarên Din