Li Daquq 9 kesan jiyana xwe ji dest dan

Çeteyên DAIŞ'ê bi hewana êrîşî gundê Dara yê navçeya Daquq a Kerkûkê kir. Di encama wê de 4 kes birîndar bûn. Dema ku malbatek ji gund direviya, li nêzî nuqteke kontrolê li Daqûq hate gulebarankirin û di encamê de ji heman malbatê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nav de jin û zarok jî hene.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, şevê din di saetên dereng de çeteyên DAIŞ'ê gundê Dara yê ser bi navçeya Daquq a ser bi Kerkûkê topbaran kirin. Di encamê 4 kes birîndar bûn, yek jê jine. Lê dema ku malbatek ji gund derket, hate gulebarankirin û di encamê de 8 encamên malbatê hatin kuştin.

Tê gotin wesayîta ku ji gund vedigeriya Daquqê ji aliyê aliyê 'çeteyên DAIŞ'ê' ve li nêzî nuqteya Polîsên Federal hatiye gulebaran kirin. Di encamê de ji heman malbatê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku birîndar û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin nexweşxaneya Daquqê, di navbera Polîsên Nehiştina Tewan ên Daquq û Polîsên Federal de şer çêbû û ji ber vê sedemê efserek hate kuştin.

Şevê din di dema bûyerê de dihate gotin ku ji heman malbatê 6 kes hatine kuştin, lê derkete holê ku 9 kes in.

Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Qasim Hisên Salih 1969, Hesen Hisên Salih 1964, Nasir Şanî Helef 1986, Nesre Xelef Abdullah 1982, Mensûr Şanî Xelef 2006, Mezin Nasir Şanî 2008, Mihemed Nair Şanî 2009, Elî Tahir Şanî 2012, Minar Nasir Tanî 2013


Mijarên Din