Li Deraayê 4 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Îro li taxa Dahiyê ya bajarê Deraayê mayinek teqiya û di encama wê de 4 leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

Russia Today li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî ragihand ku terorîstan mayinek di hundirê erebeyeke leşkerî de ku leşker ji malên wan ber bi nuqteyên wan ve dibirin, bi cih kiribûn û dema ku leşker lê siwar bûn, teqiya. Di encama teqînê de 4 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest da û 14 leşker jî birîndar bûn.

Di hefteya derbasûbyî de erebeyeke leşkerî ya artêşa Rûsyayê li parêzgeha Deraayê bû hedef, her wiha nakokiyên di navbera Rûsya û Îranê de jî zêde dibin.

(bx)


Mijarên Din