​​​​​​​Li Deraayê çi diqewime?

Parêzgeha Deraa ya ku çirûska aloziya Sûriyê jê dest pê kiriye dîsa derket pêş. Li dijî hêzên hikumeta Şamê sûîqest têne kirin û sewqiyetên wê ber bi parêzgehê ve zêde dibin. Niha jî axaftin li ser lidarketina şerê serweriya herêmî tê kirin ku sernavê wê "Dûrxistina Îranê ji sînorê Îsraîlê" ye, gelo li Deraayê ya başûrê Sûriyê çi rû dide?

Parêzgeha Deraa ya li başûrê Sûriyê di rewşeke nakokî û tevliheviyê de ye. Ji zêdetirî 2 salan ve hêzên hikumeta Şamê ev dever kontrol kiriye. Rojane kiryarên siûqastkirinê têne kirin û sewqiyetên leşkerî yên mezin ên hikumetê hene ku gefên derbasbûna bajêr dixwin.

ÇAWA DERGÛŞA ŞOREŞÊ KET DESTÊ HIKUMETÊ?

Hêzên hikumeta Şamê 2013’an Deraa ji dest da û bi saya peymana ku Rûsya bi DYA, Îsraîl û Urdinê re pêk aniyê di Tîrmeha 2018’an de careke din vegerand.

Li gorî wê peymanê, divê çekdarên ku lihevanînê dixwazin, bi Şamê re li hev werin û neyên girtin, lê li beramberî wê jî kesên lihevanînê naxwazin, divê bişînin bakurê Sûriyê yê ku dewleta Tirk dagir kiriye û hêzên alîgiriya Îranê ji başûrê bi dûr bixin.

Lê hin hikumeta Şamê bi derbeyê li dijî peymanê û nepêkanîna piranî bendên wê, bi taybet girtin û serdegirtinên ewlehî, tewanbar dikin.

KÎ SÎUQASTKIRINAN PÊK TÎNE?

Çekdarên bi Şamê re li hev hatine, tevli Feyleqa 5’an a ku Rûsya ji vê re ava kiriye, bûn. Li gorî agahiyan hejmarek ji çekdaran red kirin ku biçin bakurê Sûriyê yê ku dewleta Tirk dagir kiriye û heman çekdaran red kirin derbasî lihevanînê bibin û hê jî çek li gel wan hene êrişan li dijî hêzên hikumeta Şamê pêk tînin.

Li parêzgeha Deraa, di çend rojên borî de, êrişên sîuqastkirinê li dijî gelek fermandar û endamên ku beriya peymanên lihevkirina 2018’an de di nava komên opozîsyonê de, tên kirin, her wiha êrişên siûqastkirinê li dijî berpirsên hêzên hikumeta Şamê, alavên wê yên ewlehiyê û kesên ji Deraayê bi wan re alîkar hatin kirin.

Analîzvanê siyasî Nesir Abdurezaq Ferwan ê ji Deraa û li Urdinê dimîne, ji ANHA’yê re axivî û wiha got: "Hin ciwanên ku piştî peymana radestkirina başûr red kirine biçin bakurê Sûriyê û lihevkirin red kirin û çek li gel xwe hiştin, hin êrişan pêk tînin, lê ev ne bi giştî ye."

Ferwan da zanîn ku li Deraa du beş ji berxwedana gel hene û wiha domand: "Beşeke bi rastî şoreşger in, ew jî ciwanên ku lihevanîn red kirin, çek li gel xwe hiştine, şaneyên veşartî ava kirin û bi bêdengî dixebitin. Armanca wan a yekemîn rakirina rejîmê, Îran û ajanên wê ye. çalakiyên wan taybet û ferdî diyarkirî ne, ji ber hêza wan a mezin tune ye, rêbaza çalakiyên wan ên ferdî jî veşartî ne, da ku çalakiyên xwe bêyî ku bên eşkerekirin, pêk bînin. Çalakiyên ji wan têne xwestin bi bandor û serkeftî ne."

Ferwan diyar kir ku rejîmê yekser berxwedana bi navê berxwedana gel ava kir, ew jî ajanên wê ne û ji kesên lihevanînê pejirandine pêk tên, da ku 3 armancan di demekê de pêk bînin û wiha domand:"Armanca yekê; ji Deraa kesayetekî navdar, rûspî yan jî kesên lihevanînan dibe bila be bikujin û berxwedana gel bi kuştina wî tewanbar bikin, da ku fîtneyê di navbera her du aliyan de çêkin.

Armanca duyemîn jî; rejîm dixwaze ji her du aliyan rizgar bibe, kesên pê re li hev hatî yan jî li hev nehatî. Ji ber rejîm dizane ku ew di aliyê leşkerî de pispor in û ji wan ditirse heta Rûsya jî ji wan ditirse. Ji lew re rejîm bi tevahî rêbazan hewl dide wan tev li xwe bike, da ku wan li qadên şer an jî bi şêweyekî din tune bike. Her wiha kesên bi rejîmê re li hev hatiye û heta niha nehatiye kuştin jî, ev ne tê wateya ku rejîm ji wan razî ye, lê belê dê di rojên pêş de wan tune bike.

Armanca sêyemîn; serbestdana DAIŞ’ê ye dibe ku sûdê jê wergire. Hemû dizanin DAIŞ’î li dijî rejîmê bi kîn in û erkên sîuqastkirinê wergirtinê. Da ku wan çalakiyan bixin stûyê DAIŞ’ê û ji cîhanê re eşkere bikin ku DAIŞ hê jî heye. Bi wê re jî hinceta berdewamkirina çalakiyên li herêma başûr bigire."

Ferwan destnîşan kir ku hin sîuqastên li dijî serbazên rejîmê pêk hatine ji aliyê alavên ewlehiya rejîmê bi xwe ve pêk hatin, da ku ji ber sedemên cûda ji endamên wan rizgar bibin. Ji wan sedeman nakokiyên di navbera wan de, girêdana wan bi derve re.

Ferwan got ku baskên Îranê, alavên ewlehiyê yên Sûriyê, îstîxbarata navneteweyî û bermahiyên şaneyên DAIŞ’ê wan sîuqastan pêk tînin, di dawiyê de dê encameke siyasî ji Îsraîlê re hebe.

TEVÎ GARANTORÊ RÛSYAYÊ, GELO KÎJAN HÊZÊN DİXWAZİN DERBASÎ BAJARÊ DERAAYÊ BİN?

Hikumeta Şamê hêzên xwe ber bi Deraayê ve şandin û li gorî Şamê ew bi ser kesên êrişî nuqteyên wan dike de digire. Lê aliyê din jî dibêje ku hêzên hikumet dixwaze peymana lihevanînê ya ku Rûsya soz daye ku hêzên hikumetê derbasî taxên bajêr nebe û tu kesî negire, hilweşîne.

Lê mûxalifên hikumeta Şamê diyar dikin ku hêzên bi piştevaniya Îranê ji encamên lihevanînê ne razî ne, bi taybet tevlihevkirina endamên komên çekdar, ji ber paşxaneya wan a sunî ya tundraw heye, ji wê zêdetir jî ew kom ji hêla Rûsya û Amerîka ve bi armanca derxistina hêzên Îranê ji herêmê ye hat avakirin.

Li gorî Ferwan, hêzên ku dixwazin derbasî Deraayê bibin, hêzên ji Firqeya 4’an a bi piştevaniya milîsên herêmî ji endamên lihevanînan ên girêdayî îstîxbarata asîmanî, ewlehiya leşkerî û milîsên Hizbullah in û ew tevahî jî bi piştevaniya Îranê ne.

Ferwan eşkere kir ku Feyleqa 5’an a ku girêdayî Rûsyayê ye erka wê ya niha piştevaniya Rûsyayê ye da ku sozên xwe bi Îsraîlê re pêk bîne, ew jî derxistina hêzên Îranê ji başûr e.

Li gorî raporên berê, piştî destwerdana Rûsya û Îranê li qada Sûriyê şaxên ewlehî yên hikumetê di navbera Rûsa û Îranê hatin dabeşkirin. Ew tişt jî bandor li herêmên lihevanînê kir, ji ber ew girêdayîna wan herêman li gorî aliyên ewlehî û leşkerî yên tê de ne û ji bo berjewendiya van her du dewletan dixebitin.

 ‘TIŞTA KU RÛ DIDE, ENCAMEKE XWEZAYÎ YA RÊGEZA BAZARIYÊN KRÊT E

Analîzvanê siyasî û koordînatorê kombûna sûriyên ilmanî (laîk) ya demokrat ya "Siwêda" Semîr Ezam diyar kir ku tişta li parêzgeha Deraayê rû dide derbaskirina rewşa nakokiyê ye, rewşa teqandina leşkerî derbas kir û li ber firehbûnê ye.

Ezam piştrast kir ku di encama tunebûna çareya siyasî ya aloziya Sûriyê, tunebûna vînê li gel Rûsya, rejîmê û aliyên dîtir ên Astanayê ji dewleta Tirk û Îranê ya çareya siyasî ji aloziyê re û girêdana wan a rêgeza lihevkirin û bazariyên krêt de, fermandarên komên lihevanîn tên tesfiyekirin û li aliyekî din jî serbaz û leşkerên artêşa Sûriyê tên sîuqastkirin, her wiha êriş li dijî bendên kontrolê yên li parêzgehê pêk tên.

Ezam berdewam kir, "Dema ku krîzek kûr a bi vê mezinahiyê rû didke ku tê de ku Sûriye û Sûrî êş kişandin û nîvê sedsalekê berdewam kir û deh sal berê teqiya û tê de dadmendî û wekheviya civakî, aborî û siyasî tune bû, teqîna wê bû sedema hilweşîna nîvê Sûriyê, mirin û birîndariya bi milyonan, koçberî û koçberkirina nîvê sûriyan. Mîna vê krîzê bi hin tedbîrên destpêkê çareser nabe, mîna ku çawa di navbera du qebîleyan de pevçûn çêbûye û bi lihevanînan çareser bibe."

GELO KÎ JI VAN LIHEVANÎNAN SÛDWAR E?

Der barê kesên sûd ji van peyman û lihevanînan wergirtine de, Ezam wiha got: "Lihevanîn ketin xizmetî rejîmê. Ji ber ku wê hilweşîna leşkerî ji wê dûr xist, her wiha xizmetî Rûsya kir, ji ber ku Rûsya girîngiyê dide dewlemendiya binerd, perav û rêyên navneteweyî. Li aliyekî din jî xizmeta dewleta Tirk kir, bi wê re dewleta Tirk serwerî li Idlib, bajarên bakurê Heleb, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir. Li aliyekî din jî van lihevanînan hişt ku Îranê derbasî nava hûrgiliyên leşkerî, ewlehî û siyaseta rejîmê bibe. Lê li beramber van lihevanînan sûrî hatin kuştin, koçberkirina etnîkî û mezhebî çêbû, xizantî zêde bû û ewlehî li herêmên di bin serweriya Rûsya û herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine de, winda bû. "

 ‘NAKOKIYA HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ LI SER SERWERIYAN

Mamosteya zanista siyasî û lêkolîner Nesir Abdurezaq Ferwan wiha got: "Tê gotin ku Sûriyê nuqteya stratejîk a li Rojhilata Navîn e û başûrê Sûriyê jî nuqteya stratejîk a Sûriyê ye."

Ferwan îşaret bi girîngiya başûrê Sûriyê yê ji aliyê stratejî ve kir û wiha got: "Ji lew re li vê herêmê gelek şerên siyasî û leşkerî rû didin. Her wiha gelek destwerdanên ji bo serweriyê di navbera hêzên rejîm û milîsên girêdayî wê ji aliyekî ve û komên çekdar ji aliyekî din ve pêk tên. Dîsa bi bermahiyên van koman re nakokiyên hêzên herêmî û navneteweyî li ser berfirehkirina serweriyên xwe zêde dibin."

ROLA ÎSRAÎL Û ÎRANÊ

Di aloziya li başûrê Sûriyê de rola Îsraîl û Îranê ya bingehîn e. Beriya peyman derbarê li başûrê de ya ku Rûsya û Amerîkayê Tîrmeha 2018’an di lûtkeya Helniskî de pêk anîn ku divê destpêkê garantiya ewlehiya Îsraîlê hebe û piştî wê lûtkeya Qudisê ya rûsî-îsraîlî-amerîkî ya di Hezîrana 2019’an de hate kirin, ku encamên wê nepenî bûn, lê li gorî agahiyên hatine eşkerekirin Moskovê soz da ku Îranê ji sînorê Îsraîlê bi dûr bixe.

Girêdayî mijarê Ferwan da zanîn ku tişta ku niha li başûr rû dide ne encamê krîzê ye yan jî tevliheviya ewlehî ye. Lê belê ev merhele plankirî ye û bi baş pêk tê. Her wiha her aliyek ji aliyên aktîf li mijara Sûriyê berjewendiyên wê hene û dixwaze berhema xwe bibe.

Ferwan wiha axivî: "Li vir dixwazin gotina rayedarên îsraîlê ya ku başûrê Sûriyê ji bo wan herêmeke pir girîng e dixwazin ji wan re bibe parkek aştiyê û baweriya wan ne bi hêzên rejîm, ne jî bi hêzên opozîsyonê heye bi bîr bixim. Ji lew re rola Îsraîlê di peymana li başûrê de û bidawîkriina serweriya opozîsyonê re pir mezin bû."

Ferwan di dirêjahiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: "Ji lew re alîkarê cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîka David Satterfield kaxiza xebatê pêşkêşî Rûsya, Urdin û dewleta Tirk kir û tê de hat diyarkirin ku divê tevahî milîsên sûrî û ne sûrî ji kûrahiya 20 heta 25 km ji sînorê Urdinê vekişin."

Ferwan destnîşan kir ku ne hêzên Sûriyê ne jî yên Îranê ji herêmê vekişîn, bi wê re divêyabû ku kaxiz tevlihev bin û berê xwe bidin merheleya tirsandina ji başûr, anku wê herêmê bikin ku herêmeke terorîst e.

SIWÊDA JÎ JI VÊ YEKÊ NE DÛR E

Der barê axaftinên ku lihevanîn di navbera Siwêda û Deraayê de hene, Semîr Ezam wiha got: "Ev propogandaya Rûsyayê ye, ji ber tu nakokî di navbera Siwêda û Deraayê de tune ku lihevanîn bike. "

Ezam wiha gotina xwe berdewam kir: "Pirsgirêka me (şêniyên Siwêdayê) ne bi Deraayê û bi şêniyên wê re ye. Siwêdayê bi sed hezaran koçberên ji Deraayê bi başî pêşwaz kirin û di nava birayên xwe de bi salan jiyan kirin. "

Ezam di dirêjahiya axaftina xwe wiha pê de çû: "Pirsgirêka me bi koma terorîst re ye (rêxistina ciwanan a sune) ku berê tev li Cebhet El-Nusra a terorîst bûne û şêniyên bajarokê Busra El-Şam a Şîa kuştin û koçber kirine. Piştî hemleya leşkerî ya li dijî Deraayê ya di Tîrmeha 2018’an de, rejîmê û Rûsya lihevanînek çêkir û ew tev li Feyleqa 5’an Rûsyayê kirin, da ku ji bo fişarkirina li ser Siwêdayê bi kar bînin, ew jî bi armanca ketina bi desthilata rejîmê ye û Rûsya karibe li zeviyên wê li petrolê bigire. "

Ezam wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em li vir dikarin piştrast bikin ku Siwêda ne dikeve bin serweriya terorîstên "rêxistina ciwanan a sune" ya girêdayî Feyleqa 5’an a Rûsyayê ku gelek caran êrişî cotkarên bajarokê Qerya yê bi ser Busra El-Şamê ve kirine û ne jî dikeve bi serweriya terorîstên DAIŞ’ê yên ku ber ê Rûsya û rejîmê di 25’ê Tîrmeha 2018’an de bi kar anîne, ji ber hêzên parastina xweser û şêniyên Siwêdayê êrişên wan tevahî têk birin."

(fr)

ANHA