Li Deraayê tevlihevî û li herêmên bêçek topbaran

Di van demên dawîn de tevliheviyên ewlehiyê li Deraayê ya Sûriyê rû didin. Her wiha li bejahiya Hemayê hindek alîgirên rejîma Sûriyê hatin kuştin. Li aliyekî din jî li herêmên bêçek ên Sehil El-Xab ên bejahiya  Hemayê topbaran çêbû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku êrîşên li dijî hêzên rejîmê li parêzgeha Hemayê ku di bin navê "Berxwedana Gel"  de tên kirin, dewam dikin.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku aloziya ewlehiyê li parêzgeha Deraayê berdewam e.

Li aliyekî din jî li herêmên qaşo bêçek, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê raber kir ku hêzên rejîmê şevê din roket avêtin deverên gundê Qestûn ê Sehil El-Xab. Di heman demê de li Suryana Nû ya beşa rojava ya bajarê Helebê, şevê din teqîneke mezin rû da. Ew jî di encama roketekê de ku li nêzî Nexweşxaneya Sûrî-Fransî ya Suryan ket û di encamê de ziyanên madî çêbûn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dawiya sala 2017`an ve, ev yekemîn roket e ku li Helebê dikeve.

Tevî ku dewriyeyên hevpar ên Rûsya û Tirkiyê li herêmê digerin jî, lê topbaran li herêmên bêçek dewam dike.

(fr)


Mijarên Din