Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji parêzgeha Derayê, diyar kir ku duh peymanek bi çavdêriya Rûsyayê hatiye îmzekirin. Li gorî peymanê divê aloziya heyî li bajarê Tefis ê li rojavayê Derayê, bi dawî bibe.
Li gorî SOHR`ê di peymanê de hate piştrastkirin ku divê çekdar û rêveberên berê yên komên çekdar çekên xwe radest bikin, her wiha divê tu kes ji bajar neyê derxistin, ji bilî serçeteyekî bi navê Ebû Tarêq El-Sibehî ku yek ji serçeteyên navdar e û dê derkeve Bakurê Sûriyê.
(dx)