Li Derayê êrîşa li dijî dewriyeya Rûsyayê

Navenda Himêmîm a girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li dijî dewriyeya polîsên girêdayî hêzên Rûsyayê li Derayê bi mayinekê êrîşek pêk hat.

Gerînendeyê Navenda Himêmîm a girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Lîwa Alexey Pachin bi daxuyaniyekê got: "Di 13’ê Hezîrana 2019’an de mayineke destçêkirî li ser cihê kontrolê ya ku li ser rêya dewriyeya polîsên leşkerî yên girêdayî hêzên Rûsyayê li parêzgeha Derayê hatibû çandin, bêyî tu ziyan bigihîje leşkerên Rûsyayê yan jî zirar li alavên leşkeri bibe, teqiya.”

Alexey Pachin anî ziman ku li gorî agahiyên destpêkê êrîş bi destê çeteyên ji rêxistinên terorîst û nerewa pêk hat ku bi awayekî cuda li başûrê Sûriyê bi hedefa gurkirina rewşa herêmê dixebitin.

Gerînendeyê Navenda Himêmîmê di dawiya daxuyaniyê de bang li fermandarên çeteyan kir û got: "Karê şantajkirinê bi rêya bikaranîna çekan berdin û rêya lihevkirina aştiyê ji bo rewşên herêmên di bin serweriya we de bişopînin."

Heta niha tu aliyan ev êrîşa ku li dijî dewriyeya Rûsyayê pêk hatiye, negirtiye ser xwe.

(fr)


Mijarên Din