​​​​​​​Li Derbendîxanê jî xwepêşandan destpê kir

Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê di çarçoveya nerazîbûnên li dijî rewşa xerab û sîstema hikûmraniya Herêma Kurdistanê de xwepêşandanê destpê kir û hêzên ewlehiyê hewl dide xwepêşanderan belav bike.

Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê li dijî rewşa xerab û sîstema hikûmraniyê ji berî çend kêliyan welatî daketin qadan û riya sereke ya Derbendîxan-Kelar û Derbendîxan û Silêmaniyê girtin. Her wiha piştgirî dan xwepêşandana Silêmaniyê.

Gelek hêzên ewlehiyê li derdora xwepêşandanê kom bûne û hewil didin xwepêşandaren belav bikin.

Çavkanî: Rojnews


Mijarên Din