Li derdora Sirteyê ya Lîbyayê tevgera bejahî û deryayî zêde dibe

Artêşa Lîbyayê diyar kir ku piştî hêzên hikumeta Wîfaqê û çeteyên girêdayî wê yên dewleta Tirk ber bi Sirteyê ve çûn, artêşê li peravên Sirte, Rais Lanof û Berqiyê dewriyeyên xwe yên deryayî zêdetir kirin.

Odeya çapemeniya şer a Lîbyayê bi bîr xist ku artêşa Lîbyayê dewriyeyên xwe li peravên li hemberî bajarên Sirte, Rais Lanûf û Berqiyê zêdetir kirine û ajansa Reutersê daxuyand ku hikumeta Fayîz El-Sîrac li nêzî bajarê Sirteyê şervan, milîs û çete zêdetir kirine.

Odeya çapemeniya şer a Lîbyayê bi twittekê wêneyên belavbûna dewriyeyên keşfê yên hêzên deryayî yên li peravên bajarên Sirte, Rais Lanûf û Berqiyê belav kirin.

Ev yek piştî hin şahid û fermandarên milîsên hikumeta Sîrac diyar kir ku karwanekî ji 200 erebeyan ber bi rojhilatê Misrata yê li perava Deryayê Spî, bajarê Tawirxaa ve çû. Ev jî derdora ji sêyan yek rêya Sirteyê ye ku deriyê petrola li Lîbyayê ye.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyên Lîbyayê parve kir ku li herêma di navbera Weşka û Ebû Qerîn a rojavayê Sirteyê de artêşa Lîbyayê çavdêriya belavbûna hêzên hikumeta Sîrac kir.

Armanca liv û tevgera leşkerî ya hêzên hikumeta Wîfaqê ew e ku careke din li rojhilat xwe bi cih bikin.

Beriya niha berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî daxuyandibû ku li derdora Sirte û Cefrarê dê di saetên pêş de şer biqewime.

(eh)


Mijarên Din