Li dergeha Sêmalkayê tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê

Bi belavbûna vîrusa Koronayê li gelek welatên cîhanê re, weke tedbîreke parastinê rêveberiya deriyê Sêmalka bang li hemû welatiyên li Ewropayê dimînin kir ku rêwîtiyê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve nekin.

Rêveberiya dergeha Sêmalkayê di navbera herêma Dêrikê û herêma başûrê Kurdistanê de, bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: "Piştî belavbûna vîrusa Koronayê û ji bo parastina welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi biryareke Desteya Tenduristiyê wek tedbîreke parastinê, em bang li hemû welatî û rojnamevanên li Ewropayê dikin ku ji niha de heta demeke nediyar rêwîtiyê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve nekin."

Li hemû deriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên tenduristiyê yên zêde wekî kontrolkirina kesên ji derveyî herêmê tên, bi rê ve diçin. Heta niha tu rewşên nexweşiya vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine belgekirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din