Li dijî artêşa Tirk rêzeçalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Bazid, Cûdî, Lêlikan û Çelê rêzeçalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk anîn. Di encama çalakiyan de gelek leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

'”19'ê Nîsanê hêzên me saet di 13.00'an de bi çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger de ku li eyaleta Serhedê didome, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa panzer ku li ser rêya Bazid-Îdirê kemîn datanî, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de derbeke serkeftî li wesayita zirxî û leşkerên derdorê hate xistin, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û derb li wesayita zirxî hate xistin. Artêşa TC'ê ya dagirker ku piştî çalakiyê mirî û birîndarên xwe bi desteka gelek wesayitên zirxî bi ambulansan rakirin û ji qadê dûr xist, her wiha bi çekên giran bi rasthatinî qad bombe kir. Di encama vê çalakiyê de tu ziyan negihaştin hêzên me.

18'ê Nîsanê hêzên me yekîneya ku li qada Eynika ya çiyayê Cûdî ya Şirnexê kemîn datanî, kiriye bin kontrola xwe. Piştî ku demekê di bin kontrolê de hatiye hiştin, heman rojê saet di 18.00'an de hêzên me ew kiriye hedefa xwe. Hêzên me derbeke serkeftî li vê yekîneya dijmin xist lê nehate tespîtkirin bê ka di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne. Artêşa TC'ê ya dagirker ku piştî çalakiyê qad da ber top û obûsan, ji qadê vekişiyaye. Tu ziyan negihaştiye ser hêzên me.

Li Lêlikanê leşkerek hate kuştin

Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 19'ê Nîsanê saet 13.00'an li dijî artêşa TC'ê ya dagirker ku li Girê Lêlikanê ya Sidekanê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn çalakiyeke siûkaastê kirin û leşkerek hatiye kuştin.

Piştî vê çalakiyê hêzên me saet 13.30'an careke din Girê Lêlikanê kir hedef û çalakiyek kirine. Di çalakiyê de kozik û stareyên dijmin ên li serê gir ketine ber guleyên me, hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye tespîtkirin.

Hêzên me bi çarçoveya pêngavê de heman rojê saet di 21.10'an de li dijî leşkerên TC'ê yên dagirker ku li Girê Şehîd Bager ê li Girê Koordîne yê Çelê ya Culemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek kir. Der barê vê çalakiyê ku gelek kuştî û birîndarên dijmin hene, piştre agahiyên berfireh dê ji raya giştî re werin parvekirin.

20'ê Nîsanê (îro) saet di 01.00'an de balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker, Girê Şehîd Adil a li herêma Zapê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di encama vê bombekirinê de tu ziyan negihaştin hêzên me.'”


Mijarên Din