Li dijî bargeha Himîmîm êrîşek bi fûzeyan

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 4 fûze ber bi bargeha Himîmîm a li Sûriyê ve hate avêtin û hemû fûze hatin xistin.

Di daxuyniya Wezareta Parastinê ya Rûsyeyê de hate gotin: "Saet 19:00‘an çekdaran 4 fûze avêtin pargeha Himîmîm. Bi rêya alavên parastina hawayî hemû fûz hatin keşfkirin û hatin rûxandin. Her wiha dika avêtinê ya li herêma bê çek li Idlibê ji aliyê pergala hawayî ya Rûsyê ve hate rûxandin."

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku hêzên rejîmê bi desteka hêzê hawayî ya Rûsyeyê bersiva êrîşên terorîstên Cebhet El-Nusra li herêmên başûrê herêmên bêçek li Idlibê dan.

Wezareta Parastinê ya Rûsyeyê diyar kir ku balafireke daron a Cebhet El-Nûsra stasyona derxistina kehrebê ya "Zara" li bakurê rojavayê bajarê Hemayê bê 5 topan kir hedef, topbaranê ziyanên madî çênekir.

 


Mijarên Din