Li dijî dagirkeriya Tirk kampanyaya îmzeyan

Rewşenbîr û nivîskarên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê didomine, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Îmzeyên dê bên komkirin, wê pêşkêşî parlamentoyên Irak û Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan bên kirin.

Komek rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ku di nava wan de Ebdullah Mela Nûrî, Şêrko Heme Emîn, Hewjîn Mela Emîn, Umît Qeredaxî, Şoreş Xidir jî hene, bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, kampnayaya îmzeyan da destpêkirin.

Kampanya di 20’ê Hezîranê de, bi riya înternet û telefonê hatiye destpêkirin. Li gorî zanyariyên ku Umit Qeredaxî dane, heta niha ji çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi sedan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar tevlî kampanyayê bûne.

Îmzeyên ku tên komkirin wê bi daxuyaniyekê ji raya giştî bên eşkerekirin û piştre pêşkêşî Parlamentoya Iraqê, Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Nûnertiya NY’yê û rêxistinên mafên mirovan bên kirin. Roja eşkerekirina encamên kampanyayê hîn nehatiye diyarkirin.

Ji bo tevlîbûna kampanyayê hejmarên telefon û navnîşanên înternetê hatine diyarkirin.

Kesên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin, dikarin bi riya van telefon û adresên emaîlan tevlî bibin.

Telefon:

00964 770 144 67 45

00964 770 157 16 48

Emaîl:

shorshkhidir@gmail.com

hewzin_amin@yahoo.com

 


Mijarên Din