Li dijî dagirkirina şaredariyên gel, berxwedana li Mêrdîn û Amedê di roja 11`an de ye

Di ser desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn û Amedê re 11 roj derbas bûn. Parlamenterên HDP'î û rêveberên HDP'ê yên Mêrdîn û Amedê tevî şêniyên herêmê 11 roj in li ber xwe didin.

Mêrdîn

Tevî ku polîs her carê hewl didin li pêşiya nobeda berxwedanê bibin asteng, gel bi biryardarî çalakiya xwe didomîne.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz li qada çalakiyê axivî û got, "Em li vê deverê her roj çalakiya rûniştinê dikin. Li Amed, li Wanê em li ber xwe didin. Li gelek bajarên Tirkiyeyê berxwedan heye. Em li her deverê bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan didin. Welê li welêt hatiye ku ji ber polîtîkayên şaş êdî bêhn li mirovan hatiye çikandin. Ji bo gel bitirsîne qeyûman tayîn dikin."

Îpekyuz bal kişand ser kiryarên dema bihurî ya qeyûman û got, "Qeyûman destpêkê êrîşî ziman, çand û dîroka me kirin. Em hatin û me bendên wan ji holê rakirin. Tevî hemû astengiyan jî gelê me em hêjayî rêvebirinê dît." Îpekyuz destnîşan kir ku wê li ber xwe bidin, wê bêdeng nemînin.

Piştî daxuyaniyê girseya gel ber bi avahiya navçeyê ve meşiya û li wê deverê bi qîrîna dirûşm û tilîliyan dawî li çalakiya xwe anî.

Amed

Çalakiya rûniştinê ya li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î ya li Amedê di roja 11'an de ye.

Girseya gel li kolana Lîseyê li hev kom bû ku nêzî avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye.

Di nava koma çalakger de parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Mûsa Farisogûllari, Salîha Aydenîz, Dersim Dag, Îmam Taşçier û Erdal Yildirim jî hene.

Girseya gel saet 11'an li hev kom bû û wê saet 13'an daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihîne. Tevî parlamenterên HDP'ê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li herêmên cuda yên Tirkiyeyê tevlî çalakiyê bûne.

Ji 19'ê Tebaxê ve di serî de li Amed, Mêrdîn û Wanê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha li derveyî welat ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên HDP'î çalakiyên protestoyî pêk tên.


Mijarên Din