Li dijî dewleta Tirk a dagirker li seranserê Ewropayê meş û çalakî

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kesan li gelek bajarên Ewropayê meş li dar xistin û sloganên "Erdogan terorîst e" berz kirin.

Li gelek bajarên Ewropayê roja şemiyê (duh) bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş li dar xistin.

Li Fransayê bi hezaran kesan li Parîsê û gelek bajarên din, bi beşdariya siyasetmedarên çepgir meş li dar xistin û piştî nîvro bi hezaran kes li Qada Komarê kom bûn û paşê ber bi Qada Şatiliyê ve çûn.AFP`ê diyar kir ku zêdetirî 20 hezar kes beşdarî meşê bûn.

Her wiha roja şemiyê di saetên êvarê de li gelek bajarên Fransayê meş hatin lidarxistin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Trump kujer e","Li pey Bexdadî, Erdogan serçeteyê DAIŞ’ê ye" û"Tirkiyê derbasî Rojava dibe û Ewropa temaşe dike" hilgirtin. Her wiha xwepêşandêran sloganên "Erdogan terorîst e" û "Rojava berxwedêr e" berz kirin.

Perlamenterên Fransayê yên di nava partiyên çepgir de, beşdarî meşê bûn û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Parlementerê Partiya Fransa Ebiye Erîk Kokirlîl got tiştên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, mêjî ranake, ji ber ku hevalbendên Fransayê ew in ên ku li dijî DAIŞ`ê şer kirin, di qada meydanî de têk birin, lê niha ew têne hedefgirtin.

Di heman demê de senatorê Partiya Ewropa Xidir Îstir Binasa ji hikumeta Fransayê re wiha anî ziman: "Êdî çekan nefiroşe Tirkiyê."

Li Merselîna anku lu başûrê rojhilatê Fransayê dikeve jî bi hezaran Kurd daketin qadan û Denîz (38) ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ye, got divê Ewropa gotinekê bêje, divê Fransa destekê bide Kurdan.

Li Strasbourgê jî nêzî 80 hezar kes li naverasta bajêr meş li dar xistin û bang kirin ku “em gelê Fransayê ne, lê em Kurd in jî, destekê didine gelê xwe.

Li Leonê û Bordoyê bi sedan meş li dar xistin û dijminahiya leşkerî ya dewleta Tirk wek planên qirkirina etnîk bi nav kirin, her wiha jinan sloganên "Erdogan kujer e" berz kirin.

Li bakurê Fransayê di saetên şevê de nêzî 150 kes daketin qadan, di nav de Stîvan (57) ku li Tirkiyê ji dayik bûye û bi xwe Kurd e, ji ajansa nûçeyan a Fransayê re got, ji destpêka êrîşan ve ew di kabûsekê de ye, her wiha got ew dixwazin di zûtirîn demê de zext li ser dewletên Ewropayê were kirin da ku şer were rawestandin.

Di milekî din de Gondoz (37)ku ew jî Kurd e û ji 2012`an ve li Fransayê dijî, got ji hemû dewletan re şerm e, divê Ewropa şerê Tirkiyê rawestîne û çekan nefiroşê.

Her wiha roja şemiyê li gelek bajarên Ewropa meş li dijî êrîşên dewleta Tirk hatin lidarxistin. Ajansa nûçeyan a Almanyayê ragihand ku li Almanyayê bi hezaran kes daketin qadan, her wiha bi deh hezaran li Kolonya û nêzî 4 hezar li Frankfurtê jî daketin qadan. Di gel ku roja şemiyê li Qibrisê, Atîna, Warşov û Brukselê jî meş hatin lidarxistin.

Bi sedan hollandî li naverasta Lahayê daketin qadan û bi hezaran li Viyana û Budapeştê jî daketin qadan.

Beramberî vê yekê hêj êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.

(eh)


Mijarên Din