Li dijî dewleta Tirk şertên Fransayê ji NATO`yê re 

Wezîra parastinê ya Fransayê Florence Barley îro diyar kir ku Parîsê beşdariya operasyona ‘Gardiyanên Deryayê" ku NATO li hemberî Lîbyayê pê radibe, sekinand û li benda bersiva NATO`yê ye ku ji her çar şertên ku Fransayê ji bo beşdariya erkdariyê danîye.

Florence Barley li pêşiya Komîteya Ewlekariyê û Parastinê ya Parlamentoya Ewropayê anî ziman ku Fransa li ser NATO`yê şert kiriye ku rêzê ji qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re bigire.

Her wiha da zanîn ku reftarê keştiya Tirkiyê ji hempîşeya wê Fransayê re nayê qebûlkirin û  ev yek dijminahî ye. Florence Barley şert dike ku nabe Tirkiye planên NATO`yê di operasyonên xwe yên derveyî erkdariya NATO`yê de bi kar bîne.

Florence Barley diyar kir ku du hêzên ne erebî li Lîbyayê xwe ferz dikin û ev yek nayê qebûlkirin, şerê li Lîbyayê dê rewşa Lîbyayê bibe wekî rewşa Sûriyê û bi hezaran sûrî li Lîbyayê şer dikin.

Wezîra parastinê bal kişand ser ku Fransa rola Rûsya di krîza Lîbyayê û derveyî wê paşguh nake, têkildarî rewşa Lîbya, Sûriyê, Ukraynayê û ewlehiya Ewropayê, pêwîstiya Ewropa bi diyalogên bi Rûsyayê re heye û got serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo çareseriya aloziya herêmên cîran û ewlehiya Ewropayê biryara zindîkirina têkiliyên bi Rûsyayê re stand.

Fransa piştî pirsgirêka bi keştiya Tirkiyê re û ji ber Lîbyayê nakokiyên navxweyî di nava NATO`yê derket, beşdariya xwe ji oparasyona NATO`yê li hemberî peravên Lîbyayê pê rebûye, sekinand.

Duh Wezareta Parastinê ya Fransayê daxuyand ku roja sêşema derbasbûyî Fransayê peyamek ji NATO`yê re şand û tê de beşdariya xwe ji operasyonê re bi awayekî demkî sekinand.

(eh)


Mijarên Din