Li dijî Xezayê êrişên dijwar… Hemasê gefa bersivdayînê li Îsraîlê xwar

Balafirên şer ên Îsraîlê bersiva balonên sojer ên li dijî baregehên Îsraîlê yên li nêzî Xezayê dan û nuqteyên Filistînê yên li Xezayê kirin armanc. Tevgera Hemasê jî got ew berdewamkirina dorpêça Îsraîlê li ser Xezayê qebûl nake.

Artêşa Îsraîlê vê sibê êrişî nuqteyên komên Filistînê kir û di encama êrişan teqînên dijwar de pêk hatin. Di encamê de, tenê zirarên madî bi deverên li derdora herêmên ku hatibûn hedefgirtin çêbûn.

Her wiha balafirên şer ên Îsraîlê vê sibê li dijî nuqteyên komên Filistînê yên li dirêjahiya Xezayê rêzeêriş pêk anîn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êriş wek bersivdayîna balonên sojer ên ku ji aliyê Xezayê ve ber bi baregehên Îsraîlê ve hatibûn avêtin. Êrişan nuqteyên tevgera Hemasê yên li Xezayê kirin hedef, di nav de avahiyek leşkerî, jêrzemînek û cihên şopandinê yên girêdayî Hemasê.

Artêşa Îsraîlê berpirsyariya êrişên xwe yên li dijî Xezayê xiste stûyê Hemasê û gefa berdewamkirina êrişan li dijî Hemasê xwar.

Li aliyekî din jî berdevkê tevgera Hemasê Fewzî Berhûm têkildarî êrişên Îsraîlê axivî û got Hemas nikare dorpêçe Xezayê qebûl bike, gelê Filistînê û berxwedana wî dê bê deng nemînin.

(eh)


Mijarên Din