Li Dirbêsiyê 34 şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn

Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê 34 şehîdên meha Tîrmehê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Ristem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi bîr anîn.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê tevî malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn. Li goristanê jî wêneyên 34 şehîdan û alên YPG û YPJ`ê hatin daliqandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ku ji hêla YPG û YPJ`ê ve hat lidarxistin, destpê kir. Piştre  endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb, yek ji fermandarên YPJ`ê fermendar Şîlan Nûdem, endamê Partiya Yeîtiya Demokratîk Mihemed Oskan axivîn. Axaftvanan şehîdên azadiyê bi bîr anîn û tekez kirin ku dê gel wefedarê şehîdan bin û heta dawiyê dê şopdarê rêya wan bin.

Axaftvanan tekez kirin ku dewleta Tirk vîna gelê herêmê naşkîne ji ber ku ew şopdarên şehîdan in û nahêlin kesek destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bi destxistin têk bibin.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da. Meclisê di daxuyaniyê de rola neyînî ya dazgehên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê bi taybet K24 şermezar kirin. Kanala K 24 êrîşên têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê kir. Ev jî dikeve xizmeta siyasetên Tirkiyê li dijî fermendarên tevgerê.

Meclisê di daxuyaniyê de got: “Wek malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêz û vîna xwe ji çiyayên Kurdistanê, fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşerên ku heta vê kêliya dîrokî bi şev û roj şerê dijmin dikin, digirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de meclisê tekez kir ku ew tevî bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li paş wê rêveberiyê bin û ne komplo û ne jî dazgehên çapemeniyê nikarin rastiyan rewşa têkoşer a ku bûye xewna bi milyonan ji gelên herêmê bervojî bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din